Sê rûyên cuda li Bakur
Hilbijartin û asoyên siyasî li bakura Kurdistan - nihrînek ji derveyî
welat de
Partiyên Bakur xwe ji bo hilbijartinên nawçeyî yên di va
Adarê 2009an de amadedikin. Vê carê dixwazin pêşkarên xwe bi
hev re birêkxînin, da ku ji bo hilbijêr û mirovên deverên xwe nûnertiyekî
nûwe, zane û xizmetdêr daxînîn bijarteyên wîlayetên bakura
Kurdistanê tev cihên din jî di Komara Turkiyayê de. Derfet û rewşa
giştî bo hilbijartinên va salê û belkîm pê re ji bo guhartinên
mezintir jî ji yên berê aşkeretir û baştir in, çonkê
şert û mercên ku pê re û tê de gel li Bakur bi nişkayan
û xiyanetan, bi tirskariyan û kuştinan ji aliya «Cumhuriyeta
Turkiyê» ya fermî û veşartî ve bihên çewsandin û mehvkirin,
îro û pê de zehîf bûne, kem dibin û belkîm jî nema li Turkiyê
careke din bi hew hêrsa xwe ya naskirî vegerin. Dijminên kurdan yên
li welat, li Rojhilata Navînê û li tevahiya cîhanê îro lawaz û ji
hev sist bûne, kîn û neyartiyan wan li hember kurdan hatine guhartin.
Bexta kurdan ya siyasî di nav araban, turkan û farisan de dê vê carê
ji berê pirrtir bi pileya pêzanîn û rastiya biryar û xebatên wan
ve girêdayî bin - li
Bakur ji ya li Başur zêde tir!
Li Başur jî
di dawiya va mehê de hilbijartinên deveriyê hene, yên zor giring in
û wên rûpeleke nû li pêş qedera kurdên Îraqê vebikin.
Zelalkirina hejmarên niştîvanên wîlayetên Iraqê li gor cih,
ziman û ol dê vê carê giring be û encaman bide. Bê piştivanî
û desttêdayiya yekserî ya Amerîkayê PDK (Mesud Marzani) û YNK (Jalal
Talabani) nema dikanin devera Kurdistana Başur nû ve binexşînin
û fermî bidin naskirin – ne li Îraqê, ne li deverê û ne jî li cîhanê!
Yanê bê Kerkuk, Federetiyê û Dewleta Kurdî stêrka van her du hevalên
G. W. Bush dên dîsan bikevin; hilbijartinên Îraqê û siyaseta B. H.
Obama dên va yekê derxînin holê. Tundiya N. al-Malikî û veqetîna
çiwar partiyên başur ji hukumeta Arbîlê di vir de pêşnîşanek
bûn. Hilbijartinên navçeyî yên li Îraqê ji bo Demoqratiya hemû
Îraqiyan ne – PDK û YNK li gor piyasên Amerîkayê li paş Bush
û bo xatirê Kerkukê ne têr demoqratî ne!
Demoqratiya li
ba partiyên Bakur weke DTP li gor Amerîka û Europayê baştir e,
çonkê siyaseta vana û Jihuyan li Turkiyeyê ji binî ve dihê
guhartin û bi rastî jî medeniyeta li Bakur ji ya li Başur kûrtir e
û pêşketîtir dibe. Rêxistina NATO naka tirskarên xwe yên veşartî
li Turkiyê weke Ergenekon, Jitim û Susurlukê dihavêje ser çopê,
ceng û şerên xwe yên kuştinê û gemarkariyê li Bakur
dirawestîne, besdike, çeteyên xwe radestî, baxşîşî
hukumeta AKP dike. Turkên cehşetî û hovîtî di xizmeta NATO (Jihu,
Amerika û Europa) de li Bakur dikirin, îro xwe bi xwe dicerisînin û
têne kuştin. Amerîka û Jihuyan nema dikanin dibar, fend û fêlên
xwe li Turkiyê û Kurdistanê weke berê birêvebibin. Di lawazbûna
van de deriyê azadî û demoqratiyê bo kurdên bakur firehtir vedibe.
TRT 6 ya kurdî gavekî giring e. Çeledî û serhişkiya PKK li dij
wê ne rast e û cihê gumanê ye. Gotinên tûj û birrînkirî ji aliyên
PKK û dostên wê ve li dij xebat û karmendên TRT 6 gelekî nexweş,
dînikî û bê fedî bûne. PKK û PDK (Mesud Barzani) hin caran belakêş
in. Dema R. T. Erdogan (AKP) gefên alçaq û dijmantiyê dihavêjtin
kurdan, bersiv û helwestên PKK rast bûn. Lê wexta AKP destpêkir,
siyasetekî rast bo kurdan bicihbihêne,
PKK ji nemandina xwe veciniqî û hêriş bir ser „Kurdên Cehş“:
Erdogan kirin Saddam - çon Mustafa Barzani li dij „Peymana Adarê
1970“ derket, Abdullah Öcalan tev Murad Karayilan jî
li dij „Kurdên Dewletê“ derketin - eva jî yan şaşîtiyeke
mezin e yan jî diyardike,
çon PKK û PDK hin caran xayîn û tembelên gelên xwe ne!
Sê rûyên
Bakur dêmek îro hene û dên di hilbijartinên 2009 de derkevin meydanê:
Yek rû ya „Kurdên Dewletê“ yan jî bo îro „Kurdên AKP“ ye.
Xista vana di nav şêniya kurdên Bakur û Turkiyê de ya tevî
mezin e, di hilbijartinên dawî de ji nîvî wîda tir yanê li dorî
65% bûye. „Kurdên Dewletê“ ji gelek demên zû de û li hemû beşên
Kurdistanê û cîhanê hebûn û hene. Vana şer nakin, dixwazin
çê xerab di heyiyê de bijîn. Eger hevna bi xwevekirina AKP û TC li
ser ziman û çanda kurdan qayiltir bibin, wên dîsan AKP hilbibjêrin.
Pirsa kurdan wê di sînorên îro de gerek bi demoqratî, dadwerî û
azadiyê çareserbibe. „Kurdên Dewletê“ dên hevjiyanê li gel
neteweyên din û wekheviya hemû welatiyên TC ji diruşmên Barzanî
û Öcalan nizîktir binasin û bibijêrin.
Rûyê duwem yê DTP ye. Partiya Cihvata Demoqratîk li ser bingeha
Partiya Gelê Demoqratîk (DEP, HEP, HADEP, DEHAP) û di serî de bi piştîvaniya
PKK ya ji Şamê ve damezirî ye. Îro DTP partiyeke kurdî, rewa,
mezin û naskirî ye, di parlamana TC û rêveberiyên gelek bajar û
gundên Bakurê de beşdar e û siyaseta wê di nav du hêlan de tê
kêşandin: Tersî (PKK) û nermî (Türk-Zana). DTP berve serxwebûneke
kurdî û deverî ve dixebite û dixwaze di hilbijartinên Adarê de hemû
wîlayetên Bakur bistîne û pê re bi hejmareke mezintir di parlamana
TC de keve. DTP xwe ne ji PKK û ne jî ji „Kurdên Dewletê“ ya „Demoqratîk“
venaqetîne. Şansa DTP ta dawiya 2008 mastir dibû, lê wê bi du pêvejoyan
îro teng û piçok bibe: Siyaseta nû ya AKP di warê zimanê kurdî de
û givaştin, tengandin û pîskirina PKK li Europayê. Ka ma partiyên
kurdî yên din weke HAK-PAR yan KADEP li Bakur çih bikanibin di van
hilbijartinan de bidestxînin, vaya ne diyar e, lê aşkere ye, hew
komikan hemû li dij PKK ne. Bi tenê eger DTP bikanibe PKK û (hemû)
partiyên kurdî yên din ta 29.03.2009 bi dû xwe xîne – vaya jî
pirr dijwar e -, wê hilbijartinê li gor armanca xwe qezenc bike.
Rûyê sêyem li
Bakurê yê PKK, Apoçiyan e. Beşek piçok lê giring e. PKK-îyan
bi berxwedana çekdariyê û serxwebûnê behwer û xebatkar in û bi
serokê xwe ve yê zîndankirî, Abdullah Öcalan, girêdayî nin. PKK
û Apo di derfetekî ters (Şerê teybetî yê NATO li dij Kurdan)
de peydabûne û wisa mane. Europa, Amerîka û Jihuyan nikanîn PKK û
Öcalan li gor têlên xwe li dij Turkan bikarbihanîna. Bi ketina
Amerikayê di Îraqê de Jihuyan û Turkan li dij hev derketin. Turkên
AKP çeteyên NATO givaştin,
risawandin û hilweşandin
û bi va yekê PKK bê hempêşe
hêştin.
Lewma Jihu û Filleyên NATO destdirêjî DTP dikin. Kurdên AKP dor li
PKK pêçandine: Öcalan û PKK ne serxwebûnê, ne dewletekî kurdî,
ne xwedmuxtariyê, ne „sosyalîzmê“ ne jî „milletçiyê“, bi
tenê „cumhuriyeta demoqratîk“ (ya Atatürk!), caran jî aştiyê
û „azadiya jinan“ dehwetdikin. Di hilbijartinên Adarê de
cihê PKK lewma tune ye, nema ye!
„Kurdên Dewletê“
şandeyê TRT 6 baş bikardihênin, „hezkirinê“ di nav gel
de belavdikin û wên li Bakur û tevahiya Turkiyê gavên mezintir jî
bo mafên kurdan bihavêjin. Ergenekonê dixwast R. T. Erdogan bikuşta
û AKP têkbidaya, lê naha ewa bi xwe têkdiçe; NATO, EU, USA û
Israyîl jî bêdengî lêsêrdikin. Ka em bibêjin, ji va yekê PKK û
„serok Apo“ dûr bûn û ne gunehkar in, lê dîsan û mixabin PKK
ne bi carekê pejirî ye, hema hemû aliyan (Europa, Amerika, Rojhilata
Navînê, UNO, ... ûhp.) li dij wê ne. PKK her tim qaçaq e û bi xwe
re gel jî kiriye qaçaqçî. DTP
jî bi wê re wisa dibe - ta kengî vayê hebe? Mustafa Barzanî çih
biserxist, Abdullah Öcalan çih bidestxist - ji billî malwêranî,
hejarî û hên bi ser de jî tewana xiyanetê kurdan tiştekî din
nedîtin! PKK û DTP wên bi xêrtir bin, eger nakokiyan û dijmantiyan
di nav mirovên xwe de li Bakur û li dervehî wê jî neçînin, di „hilbijartinên
demoqratî“ de bi asayî tevlêbin û pê re bi beşa xwe razîbin!
©
Abdallah Osman, weşanvanek ji kurdên Suriyayê li Berlînê, di
20.01.2009 de. E-Mail: abdallah-osman@hotmail.de.
|