… mirov li va dinyayê peydabû dako bijî; danistana mirovekî bi
mirovên din re bo jiyan û jiyandin û hevjiyanê gerektir dibû,
lewma li bogirê hestên xwezahî weke bîhnkişan, bînîn (dîtin),
bihîstin, alastin, mistîn, pêhesîn (telepathie), …ûhd.
danistana nîşandanî, axaftinî û nivîsandiniyê, yanê
zimaniyê destpêkir.
Alîyeta danistanê di navbera
mirovan de di pileyên kombûn (nîzam, rêjîm, sazî), birefkirin,
nêçîrî, çandin, gundbûn, bazarî (bajarî), şarestanî (medeniyetî),
dewletî (welatî) û giloverîtiyê (cîhangîrî)
derbazbûye, derbazdibe. Danistan di navbera kurdan de ji ber
sebebên perçiqandina da-welatî (sinirdanîn) û dagîra biyaniyan
li ser û dij wan ta berî nuka jî gelek kem û lawaz bûye. Danistana
bi zimanê kurdî di vir de berve nemandinê diçûbû. Berxwedana
kurdan û ferehbûna bazariya cîhanê (giloverîtî) sîtar û
sinirên ku dijminan li ser danistana kurdan danîbûn radikin.
Dewrana giloveritiyê dêmak dikeve xizmeta kurdan – ka de em bibînin
ma em kurd bi karên bi ser me de dihên heq derdikevin yan çon?
I. Nirînek li ser peydabûn,
pêvejoya danistan û ragiyandina kurdan û taybetiyên wana :
1.
Destpêk:
Danistan me
kurdan di peydabûna mirovan de destpêkiriye. Li gor hewildana çanda
kurdî yekemîn mirovê (ayin-san)
li va dinyayê me diyarbûye, afiriye Adam (Adem, a.me.da)
bûye.
Adam di serete de bi tenya xwe li va hebûnê danistana xwe bi
hesteyên xwezahî (bînîn, bihîstin, alastin, bêhnkirin, mistîn,…)
bi xwe û jîngeha (Xwedayê, Xwezahiya) xwer re dikir. Adam yek kesê
nêr bûye û dako jiyana mirovan berdewambibûye, Hewa (Heva, Êva,
Evîn, Hewa) ya mê li gel wî afiriye, bi hev re danistan kirinie,
jiyane, zewiciye (dumahr kiriye) û ji wan zar bûyîne (zayîne).
Bi zayîna (bûyîna) zaran (piçikan, qiçikan) Adam û bi taybet
dayika zaran Hewa pêhesîyan ko danistana xwezahî (weke behrîn,
qîrîn,
nîşandan,…) bo perwedeya, tîmarkirina zarokan besnake,
lewma û li gor encamên nûhtirîn lêkolînên zanistî dayikê (Hewa)
mecbûr bû danistana zimanî biafirîne. Dansitana zimanî, wişeyê,
peyviyî, axaftinî li gel ya nivîsandinî hefkî çû biserkeft.
Dema hejmara mirovên ji sê kesan pirrtir bûye komên mirovan
peydabûne û danistan ji yekanî dibe komanî. Bi pirrbûna koman
(mal, êl, eşîret, gund, …), bazarî û medeniyet (şarestanî,
gel) li Kurdistanê peydabûne. Danistana komanî vedighuze
danistana bajarîtiyê, mîryetiyê, paşran padişahiyetiyê
(deweletên pêşeyî yên bê sinir). Heta va radeyê danistana
kurdan bi qandirî danistana li ba hemû mirovên, gelên din bûye.
Bi peydabûna dewletên nûjen li Europayê (mirov, nîştivan
dibe welatî bi nasnameyekê fermî) li gel geşbûna şorişa
sazkariyê û têknîkên danistanê, dewletên împeryalîsma
Europayê ji destpêka sedsala 19 an de dikevin Kurdistana di bin rêveberiya
Sultaneta Osmaniyan û Padişahiya Safawiyan/Qacariyan de. Lewma
danistana kurdan ji pileya kesanî, komanî, mîryetî û padişahî
nikanî derbazî danistaneke dewletî bibûye. Eva 200 sal in ku
Kurdistan û danistan kurdan bi bin destên biyaniyan de ye û ji
danistana komaniyê derbazî danistana dewletiyê û navdewletiyê (navneteweyetiyê)
nebûye. Kurdan heta îro nebûne xwedanên danistana dewletî.
Lewma em kurd heta îro rêzdandiya (nîzama) danistana dewletên
dagîrkeran, biyaniyan, nîzama dewletekî kurdî
bi caryekê nasnakin. Eger ragiyandinek, danasîneke yanê
danistneke kurdan hebûye jî se, evan parepare di bin derfetên
berxwedaniyê de li dij dagîrkeran peydabûne.
Mirovan
li Kurdistanê li hev dicihvîn, bi hev re danistandin : Bi
zimanên kevin, arî, kurdî, axivîn, nivîsandin, deng, awaz, nîşan,
dîmen dane hev, nexişandin, bo niweyên dû xwe hêştin.
Bo nimûne :
-
bangên devî, stiran û peyivî yên komên bazarî, cihvatî-ayinî
-
dîmandin yan nîşandan yan nexşandin: kêl, paç,
sing, al, agir (dûman), şanek li ser zinarekî, darekî
-
siwarçî yan peyadeyekî, yan qumrîkî (kotir), peyamek yan tiştek
ji cihekî digihande cihekî din, dûr
2.
Pêvejo:
Têknîkên nû yên danistanê weke makînên çapkirinê, telefon,
brûsk (berq), autombîl (trimbêl), tirên (çîman), firoke, gamî
(papor),…ûhd. ji
dawiya sedsala 19an de ji Europayê ve ne bi yekser ketin
Kurdistanê,
ev têknîkan (bo ninûme telefon) milka padişahiyên
Osmaniyan-Turkan û Qacariyan-Pehlewiyan û yên hevalbendên wan (Brîtanya,
Russya, Alemanya, Fransa, …) bûn û di xizmeta wan de li dij
kurdan û welata van bikardihatin. Jiyana Kurdên dubeşkirî bi
navendetîya paytextên wan ve hatibûnn girêdan. Dema ku Sultaneta
Osmaniyan di Cenga Cîhanê ya Yekem de (1914-1918) hilweşiya,
kurdên wê vê carê berve sê navendiyan, Istanpol-Anqarê, Baxdad
û Şamê ve hatin perçiqandin. Têknîkên danistanê li welatên
kurdan hîn zêdetir ketin xizmeta hukmetên turkan û araban yên
di kurdan de wek dijminên xwe didîtin. Nebûna da-welat, bazarî,
navendiyetî, medeniyeta kurdan di 200 salên borî danistana wan bi
hev re şikandin.
Ragiyandin
û danistana kurdan ji 200 sal de berve nependî, diziyê,
peçnandiyê,
veşartiyê, qaçaxçîyê ve çûye.Sebeba va yekê jî dagîrsandina
bîyaniyan û çewsandina wan li ser kurdan bû. Rêxistinên siyasî-cihvatî-olî
di berxwedanên de ji zû de danistanke sêrek, parvehî, veşartî
di nav gelê xwe birêvedibirin. Lê rê li pêş danistaneneke
ferehtir, gelî-welati-netweyî-cîhanî bo kurdan herçû tengdibû :
Mîrên Bedirxaniyan ji Edirne, Istanpolê hatin Şamê, Qahîre
û paşran bazdan Europa: Li
videran çapemeniyên siyasî-çandî wek rojnameya Kurdistan 1898
li Qahîra, kovara Hawar li Şamê 1932 derxistin. Li başur,
li Suleymaniya komeleya Hêwa/Hêvî 1910 rojnameya „Rojê Kurd“
weşand. Belavbûna weşanên çapkirî gelekî kem bû û
karekî dijwar.
Ji sala
1945/46 de demeke nû bo danistana kurdan vebû: Bi alîkariya Sovyêt
komara Mehabad (dewlet) û
PDK damezirîn, ragiyandeneke kurdî ya fermî li Rusya destpêkir
û partiyên siyasî yên kurdan berxwedanên xwe li rojhilata navîn
û li seranserî cîhanê ferehtir kirin, li radyoyên Erîvanê û
Qesr Şîrînê şandeyên kurdî vebûn û ji sala
11.03.1970 danistan û ragiyandeke kurdî ya fermî (dewletî) li başurê
çesipî.
Sêlk
(kavan), radyo, kasêt, telefon, post û paşran televisiona bi kurdî li
Baxdadê hêştin ko danistana kurdî di ser siniran re hinekê
vebije, dûryetî hinekê nizîk kir, lê bigiştî sotara (şebeka,
radeya) ragiyandin û danistanê li Kurdistan û di nav kurdan de li
welat û li dervey wê heta salên 1990 di hemû layan de qels,
lawaz, perçiqî, dijhevî, sade, kem, piçok bû. Weşanên çapkirî
yên hebûn, bi pirranî mulka partiyan bûn ; belavkirina wan
di nav kurdên welat de qaçaq û
yên li derve jî ne tim serbest bû. Belkîm radeya kombûnên
cihvatî (dewat, cejn, …ûhd.) bo danistana kurdan di 200 borî de
ji yên hemû şêweyên din sûddartir bû.
Bo
encam : Kurd û Kurdistan ji destpêka
şorişa sazkariyê li Europayê (sedsalê 18) de ne amade bûn
bo afirandin, wergirtin û bikarhanînên têknîkên danisatnê yên
nû û têkxistina wan di xizmeta xwe de ji ber du sebeban :
Dagîra biyaniyan û dorgirtin. Danistan û ragiyandina kurdan di va
demê de sade (bê têknîk), perçiqî, lawaz, kem, girêdayî
derve û dijhev (bîrcudah) bûn. Dijmenê herî ters yê kurdan hên
jî dewleta turkan e.
3.
Nûke:
Ji sala 1991
de (pêkhanîna devera parastina hewayî li Başurê) zemîneke
zîvî û saten li diway daxistina rêjîma Saddam Husseyn
(9.4.2003) rûpeleke zêrînî bo ragiyandin û danistana kurdan
destpêkiriye hên li welat û hên jî li derveyî wê:
Welat:
Di salên 1991-1998 de li başurê parastî kurdan doziya rêjîmeke
azad û demoqratî dikirin û li gor va armancê saziyên danistan
û ragiyandinên xwe ji hev cudah û gelek caran bi têknîkên tevî
nûjen birêvedibirin (TV, Radio, Weşan) ; başur bûbû
meydana vekirî ya hemû hêzên kurdan û rojhilata navîn, partiyên
kurdan li vir mixabin pirrtir şerê hevdu dikirin. PKK (1992)
û paşran YNK (1996-1998) bê encam li dij PDK. Ragiyandin û
danistana kurdan eynî wisa perçiqî û dijhevî bûn. Her partiyekî
li başur ragiyandina xwe bi seriya xwe dikir. Dijheviya kurdên
PDK, YNK û PKK û kuştina hevdu bi destên xwe di salên 1990
de mixabin naverok û berekêşiya ragiyandina wan û xema
danistana kurdan bûn. PKK ji sala 1992/93 de dît ko tu xêr ji
şerê bidernakve, lewma bervê xwe daye Europa û Amerîkayê
û vana gotin arê. Bi yarmetiya ZDF (Alemanya) û CNN (Amerîka)
PKK bi qenala MedTV di 1994 de
yekemîn TV-satelît ya kurdan damezirand (li Belcîka) û bo cîhanê
daweşand. Bi MedTV ve danistan û ragiyandina kurdan hemû
sinir û perdeyên li dij kurdan dihatin danîn derbazkirin û
bingeha danistaneke neteweyî (pêşdewletî) ya nûjen bo
kurdan dahanî. Di salên pêre YNK jî dît ko ewa nekanê tevahiya
başurê bin destên xwe xîne, lewma û bi zexta giloveriytiya
Amerîkayê PDK û YNK peymana Washingtonê îmzekirin, bûne yek.
Satan pêre di 1999 de Ocalan ji Şamê derket û kete zîndanê
Tirkiyê. PKK aştîxweziya xwe ya salê 1992 vexweyand û
şera li bakur û başur rawestî. Li bakur berxwedana medenî
ferehtir bû. Li başur qenalên TV yên satelît vebûn :
KurdistanTV ya PDK û KurdSat yan YNK. Van du qenalan hên radeyên
şandinên xwe fereh kirin, xwe gihandin kurdên li derveyî
welat û hên mecbûr bûn, sewiya danistana xwe giran bikin û
berve ragiyandineke gelî, pêşdewletî bikin.
Bi weşandina
beşa kurdî di VOA 1991/92 de Amerîka berî PKK û partiyên
kurdan bersiveke gelek jîr û dûrbînî dabû hemû kurdên bi hev
nedikirin û hemû dijminên wan li deverê û li dinyayê. VOAya
kurdî bi sewiyekî gelekî hêja û kurdiyeke zelal kurdan li
tevahiya cîhanê geşkirin. Dema ko Europiyan û turkan MedTV
li diway revandina û riswandina Ocalan 1999 qedexekirin û qapandin,
dewleta Îranê bi weşandina beşê kurdî di televisiona
dewletê de IRIB sîlmeyeke req, bersiveke zîrek havêjte hemû
dijminên çanda kurdan, di serî de rêjîma dewleta turkan.
Weşanên
kurdî bi alîyeta satelît danistan û ragiyandina kurdan ji hev
nizîkkirin û nîşana berve yekbûna wan da.
II. Danistana kurdan bi
computeran û di Internetê de:
Danistan
û ragiyandina kurdan bi hevre û bi derve re bi alîyeta Internetê
bi şêweya balkêş ji sala 1996/97 de bi belavbûna MS
Windos 1995 li gel MS Explorer destpêkiriye. Berî va demê
Internet di navendiyên ragiyandinê weke MedTV û saziyên zanistiyê
(ên pirr bi Mac) hatiye xebitandin.
Bikarhanîna computeran (Mac, PC) li ba kurdan ji dawiya salên
1980 de bi kêmanî belavbûye û paşran pirrbûye. Binyada
cihvata kurdan bi taybet li welat hejar bûye, lewma heta naka jî
belavbûna computeran û bikarhanîna Internetê kem in. Rewşa
li başur (devera azad û parastî) û bakur (bazariya vekirî)
ji derfeta beşên din pêşkeftî tir e. Kurdên li
welatên derve (Amerîka, Europa, Austrulia) dijîn, zûtir û
pirrtir computer hewandine, bi Internetê ve girêda ne û tê de
xebitîne.
Ji sala 1996/97 de hejmara
kurdan, bi taybet kurdên
başur, bi pirranî yên rewşenbîr û zangir, yên ji
welat direviyan Europayê zortir dibû. Saten eyn di va demê de
binyada belavbûn û bikarhanîna Internetê zêdedibû. Pêwîstiya
gelek kesan ji van bi computer çêdibû, pêfêrdibûn û
bikardihanîn. Binyadê diravî û rewşenbîrî hêştin ko
gelek kes ji wana Internetê jî bikarbihên û tê de malperên bi
kurdî yan bo kurdan beweşînin. Hefkî çû hev pêvejoya geştir
dibe, jiber hîn cîhaz (Hardware), programm (software) û hîn
xizmetdank (Service) erzantir û asantir dibûne. Jerkî ko aramî
li hemû Kurdistanê ji sala 1999 de baştir bûye, balkêştir
ji sala 2001 de, belavbûn û bikarhanîna Internetê û malperên
kurdî tê de, yanê danistana kurdan û ragiyanidayin a di internetê
gelekî ferehtir, dewlementir dibin.
Zûtirîn malperên kurdî yên
di sala 1997 de dest bi weşandinê kirine yên partiyan in weke
PDK, YNK, PKK, ...ûhd.
Bo encam:
Bi ketxiwariya rêjîma Ba’s li Iraqê û hatina USA li başur
(09.04.2003) rûpeleke nû bo danistana kurdan vebû : PDK, YNK,
PKK (KADEK, PÇDK) û gelek partiyên din ji ragiyandina partiyanî
ya hevrikî derbazî ragiyandineke neteweyî yekbûyî, pisporî, pîvantirî
dibin. Va diyardeya geşebînî me ra dikanê açiq di malperên
wan de di Internetê de weke pêvejoyekê bêberdan mêzebike. Dema
ku van partiyan şera hevdu ya ragiyandinî di Internetê bikin,
şer weke berê saten qet nabê, mêhvanên malperên wan
naverok û cerenîxên (argumentên) wana dixwînin, dinirxînin,
dixeznînin û bi yên partiyan din re didin ber hev du. Vedîtana
rastiyê asan, lez û herwextî bûye. Bi ser de jî hemû tiştên
di Internetê de dihêtin weşandin bi yekser hema bo hemû cîhanê
vekiriye. Lewma van partiyan nema dikanin hêrîşî hev du bêyî
belgeyan û sebebên giring bikin. Hêzên dewletên dij kurdan jî
nema dikanin bi asanî bi siyaseta kurdan bileyzin. Çawdêriyeke
gilovarî û bêwextî li ser naverokên malperên û danistaneke
wisa bi xwedanên wan re jî heye.
III. Têknîka Internetê û
şêweyên danistanan di wê de:
- Internet
bi kurdî yanê hevgirêdana computerên (Hosts) cîhanê ye.
Inter (navneteweyî, cîhanî) û net (sotar, tor). Computer li
seranserî dinyayê li malan, saziyan û li xizmetdankan in û
bi sotarên telefonan (yan satfonê) girêdayî ne. Hemû sotarên
telefonê bi hevdu ve girêdayî ne. Çon mirovek li welatekî
dikanê telefonê mirovekî din li cihekî, welatekî din bike,
eynî wisa ew dikanê têkeliya Internetê jî bi wa kesî bike.
Têknîka Internetê ji zû de (1961)
heye, lê berê
pirr biha û lewma bi tenha di sinirên saziyên leşkerî û
medenî li dewletên zengîn û pêşkeftî de mabû. Ji roja ko
mirov dafiriye li ser hêvê di 1968 de û danistana cîhanê hefkî
çû bi satelîtan ve asan û erzan bû, sinirên dewletan û çiwarsiyên
(bazarên) wan nema dikanîn serdema cîhangîriyê (giloverîtiyê)
bi rêvebiriya Amerîka birawestînin.
Word Wide Web (www)[ bi kurdî : tora gişt
dinya] di sala 1989 de peydabû (1989/90 rêjîma Sovyêt şika!).
Ninmûzec: Satora sêkuşên bihev girêdayî li seranserî
giloverê.
Di sala 2001 pirrtirî 24 Mio.,
2000 (11 Mio.), 1997
(1 Mio.) û di 1995 de tenha11.000
navnîşanên Internetê (www.) hebûn.
Microsoft bi Windos 95 (li gel pencera MS Internet
Explorer) computereke, programmeke nû, gelî bo tevahiya cîhanê
derxist. Bi va yekê deriyê danasîn û danistana Internetê jibo
her kesî li hema her derî li va dinyayê vebû, bêyî ko kesek, hêzek
bikanîbe yan bixwaze, rê li pêş vê pêvejoyê bigire.
Microsoft programmên xwe sal bi sal nûvekir, baştir-,
arzantir- û cihanîtir (pirrzimanî) kir: Windows 98, MS 2000, MS
Office 2000, ...ûhd. Îro nizîkî 90% ji hemû PC yên li cîhanê
bi IE kardikin.
Di demên nizîk de MS Windowsa Kurdî
(XP, ...)
derdikeve bazarê cîhanê. Niweyên nû, şagirdên kurdan wên
bikanibin, bi PCyê kurdî fêrbibin
û îşbikin.
- Cîhazên, parveyên Internetê
ev in :
1.
Hardware:
Cîhaz: PC
(Personalcomputer), Mac, Handy, LapTop (festplatte, monitor,
tastatur, micrphone, camera, printer, Diskethe, CD-DVD-Player, …)
2.
Software:
Programm: Browser (MS Explorer, Mozilla, Netscape, Opera,…); PDF (AcrobatReader);
pencereyek li ser monîtorê bo dîtinê; Programmên cudah bo danîna
berheman weke MS Office 2000
3.
Peywend
bi satora danistanê: Modem di/li gel computerê
- Telefon yan Sat, pêlên kehrebayî/brûsk,
4.
Server
(navînçî, xizmetçî, xizmetdank) : AOL, Telekom, Freenet,
Yahoo, Web; servêrê xwe; 56 kbit/sec yan DSL 1.536 kbit/sec
5.
Zibûn
(kirî, kirîn): Bikarhêner (mêhvan, sêrger, xizmetxwaz, jêbir),
daner (xwedanê malperê): E-Mail (postê elektronîk: nav@server.domain),
nûçe, zanîn, xizmet, kirrîn/firoştin, film/video, leyiz. Mêhvantiya
(seredaniya, bikarhanîna) Internetê yan serbest (li dukanan) yan jî
wek parteyê Server’kî (wek AOL. Telekom). Bi navê xwe yê kin
û yekî dizî mêhvan dikeve Internetê.
6.
Domain
(bi kurdî: zevî, dever, herêm; beşek yan sewiyek di satora cîhanî
de; giştî nimre, jimare ne, Browser van tercume tîpan dike,
dako bikarhanîna Internetê asan be): .com, .edu, .gov, .mil, .net,
.org; .ch, .de, .fr, .sy, .tr, .ir, .uk
7.
www.:
Hejmareya/reqema kilîta telefona Internetê, cîhanî ye
.de: hejmara kilîta domain
awadani: hejmara telefona-internetê
yê Awadanî li ba
domaina .de
Giring: Gelek mirov di eyn wextî de
eyn malpera Awadani vebikin, yanê
bihev re telefonê malpera wê di internetê bikin, pê re di têkeliyan
kevin, e-mailan bişînin. Lê bi tenha yek mirov dikanê di eyn
wextî de di eyn xetê telefonê bi wê biaxafe. Danistan di
Internetê ne wek telefonê yekser e, di navînçîyekê (Server) re
derbaz dibe: Kes -xet-
Server -xet- Kes.
8.
Bihayên
kirîkirina Domain’ekî: Her mehekê (heyvekî, mangekî) ji 10
€ û jor de bo
9.
Malper
(Homepage, website, site, portal): Nivîs, deng (stiran, radio,…),
wêne, fîlm/Video, leyistin, .. hemû madeyên danasînê,
ragiyandinê û danistanê bi programmên cudah (Dreamweaver, Word,
PhotoShop, Editor, …) bo weşandinê di pencerê Internetê
Browser (IE, Netscape,…) de dihêtin amadekirin. Pêzanîna
programman bo danîna naverok û
benzeyên (Designe)
malperan pêwîst e.
Parveyên malperan:
Intro (derî, têkeftin) (kurdayeti.net),
serete (destpêk, serpel, errûpel,
start): giringtirîn rûpel: serî
(logo, çaw, sernîşan, navnişan, lêgerîn, toplinks/lînkên
serî, …), govde/ten/leş/term:
destê çep (left frame/table) li
gel links (girêdankan, pêkeftan, lînkan) bi babetên din li ser
rûpelin,
li cihên din ve; zik/beden/sîng:
naverokên serekî yên malperê, rêzandî, kinik in û li cihên
din berdewamdibin; destê rast
(right), tê de xizmetdank weke reklaman, peyamên lez, legerîn,
peyamên xwe; ling/pê/jêr/binke: lînka bi arşîv re, nav,
dem û
mafê weşanadina malperê (copyright).
dûmahîk, dankên (weşanên) din,
arşîv, …ûhd.
10.
Hiinardin
û nûvekirin: Bi
programmekî FTP (File Transfer Protocol) weke LeechFTP ew malpera
amadekirî li ser jimarekê (reqemekî) dizî û navekî din yên
xwedanê malperê bo Server dihêta şandin; li vir malper bi
yek yekser di Internetê de derdikeve. Xwedanê malperê bi tenê
jimareyê dizî dinase, lewma ewa bi tenê jî va malperê nûvedike,
yanê naverokên wê dighurîne.
Giring: Madeyên (dîmen, table/cedwel, nivîs) malperê yên nivîskî
bi tîpên taybet weke arabî yan kurdiya latînî (weke
ş) bi şêweya ASSCI di formata html (Hypertext Markup
Language) di Internetê de dihêtin hinardin. Bo nimûne tîpa kurdî
Ş di internetê û bo weşandina rast di pencerê Browser
de dibe ko wisa bihête nivîsandin: ş: ş Ş:
Ş
tîpê arabî b wisa ye: ب
ب ش
ش
Bo ferhenga kurdî (datenbank) karekî dijwar e, encamê wê zor hêja
ye.
11.
Şêweyên
danistanê: telefon-/banglêkirin (http://www.puk.org),
E-Mail; şandin û wergirtin, Formular: şandin, Chat:
şandin, Games (leyistin/leyz) digital û analog.
3.
Rindiyên
Internetê:
a.
Danasîn,
ragiyandin û danistana nûçeyan, peyaman û zanînê lez-, asan-
û ferehtir bûye. Internet 24 sa’tan, her tim bo bikarhanînê
amade e. Mirov îro dikane bi rêka Internetê danistana nivîsî,
dîmanî,
dengî û video/filmî di eyn wextî de bi mirovekî yan mirovên
din re li sernaserî cîhanê danistanê bike.
Mirovên qe hevdu nasnakin, dikevin danistanan û hevkariyên bi
sewiyên bilind jî.
Mirov dikane nameyekê yan belavokekê binvîse û bi rêka E-Mail
gelek caran bo gelek navnîşanan û ji kopîkirin û postê bi
pûlan erzantir binardîne. Gelek danistan di navbera kurdan de li
seranserî cîhanê çêbûye, berdewam dike – bi rêya
Internêtê!
b.
Internetê
deriyê ragiyandin û danistanê li pêş her kesî vekir; ev pêvejoya
monopola hên saziyên siyasî (weke partiyên kurdan li dij hin
kesan) yan dewletan (wek cîhazên ragiyandina fransiyan weke afp
yan alemanan weke SFB MultiKulti li Berlînê yan araban, turkan,
… ) li dij kurdan şikand. Kesên serbixwe bi qedandina çend
kursên fêrbûna Internetê dikane bi 10-20 € bo her mehr
malperekê vebike û babetên xwe û yên hevalên, nasên xwe tê
biweşîne. Dijwarî di berdewam- û nûvekirina rêzandî de ye.
c.
Internet
cîhanî (bi her ziman e) û giştî ye (nivîs, dîmen, deng,
video). Hemû qenalên radio û TV, weşanên çapkirî, analog
û digital diweşîne. Mirovên kurd li welat dikanin guhadrî
radioyên nawçeyî yên li Amerîka, Australya yan Europa bikin.
d.
Naverokên
Internetê asantir nûvebar in. Xwedanê malperê (Administrator,
webmaster) dikanê bi asanî hemû naverokên malperê, yên
embarkirî jî (ji billî naverokên PDF) rast û nûvebike. Ev yeka
di weşanên çapkirî, radio û TV de qet nabêt.
e.
Zimanê
Kurdî: Internetê weşandina bi zimanê kurdî (taybet bi
latînî)
gelekî bi pêşxist. Gelek mirovên ji ber sebebên cudah
nedikanîn bi kurdî binvîsin yan çapbikin yan biweşînin, îro
bi alîyeta PC (supas bo Bill Gates, xwedanê Microsoft li Amerîka)
û Internetê var karî bi asanî dikin û hefkî çû ev
karan hêjatir û pisportir dibin. Di Internetê de saten, ji billî
radio û TV, perrtukxane û dibistana kurdî vebûye. Nimûne:
Ferhengên Kurdî (Afrin, Mehname, Heval, Institua Istanpole,
Instituta Parîsê, Bamernî, ... ûhd.)
f.
Daxirandin
(arşîvandin): PC yên nuka gelekî baş, lez û rast
kardikin û axirên (xezîneyên) wan mezin bûne. Mirov bi asanî
dikanê hema hemû made yan weşanên di Internetê de li ser
PCyê xwe dagire û bi rêzandiya arşîvekê bo xwe embarbike
û va arşîvê wek dixwaze bikarbihêne.
g.
Lêgerîn:
Dema ku hemu weşanên, naverokên malperan bi Internetê ve dihêtin
girêdan, makînên lêgerînên navneteweyî yên aşkere
kardikin û xizmetan didin hene, yên hema hemû navan yan peyvan di
weşanên Internetê de li ba xwe komdikin, girêdidin, rêzdikin
û di malperên xwe de di Internetê diweşînin. Bo nimûne:
navên mirovan (Kendal Nezan) yan cihan (Dersim) yan saziyan (Instituta
Kurdi) yan partiyan (PSK),…ûhd.
4.
Nerindiyên
Internetê:
a.
Internet
pencereyekî yan qilekî bi derve re yê vekirî ye. Yanê veşartin
tê de gelek kêm e. Mirovên nenas ji derve dikanin hemû tiştên
me re yên di computer de hatine danîn, û çon, kengî hevna
çêbune, pêbizanibin. Bi vebûna Internetê cîhazê me re
vekirîdibe.
Hev tişta rêk li xerabkiran (vîros, kurm), xapandkiran (sex,
cinsî, games) û diziyan, casûsan (sîxoran) vekir. Yanê di
meydana danistana aşkere jî şer heye. Şerçîtî bi
mirovan ve girêdayî ye. Di malperên kurdan de jî ev yeka
derketiye (Dilbixwîn Dara li dij Rojev yan Fuat Akpînar li dij
Kemal Burkay).
Internet gelek cihên kar û îş tunekir. Xwedanê karekî
dikanê bi Internetê gelek îşan (danistan bi zibûnan re) bi
xwe bike.
Internetê şêweyên jiyana danistanî ya mirovan jî
dighûrîne.
Gelek mirov bi tenya, serya xwe li hember monitor rûdinin û
dikevin dinyayê tîpan û dîmenan, ne bêyî rastî giyanekî were.
b.
Internet
di bazariya cîhangîriyê de ye. Kurd hên hejar, kem pêzan bûye
û hên jî dereng dest bi Internêtê kiriye. Lewma gelek fersend
destpêka Internetê ji dest çûye û naka bi derengî jî bo
vegerandina jidestçûnan kar dijwar û biha bûye. Bo nimûne navên
malperan : www.kurdistan.org (akin), www.afrin.com (saziyek li
USA ?), ww.rajo.com (saziyek li Japan), www.kurdistannews.com (sex?)
Rêzdanekî (nîzamekî) cîhanî bo danîna têknîkên Internetê,
bo çawdêritî li ser
rewatiya, qanûnbûna xizmet û naverokên malperan tune ye. Lê li
her welatek bi qanunên xwe digire û li pirr welatan bizavên (pêrabûnên,
inisiyativên) parastina maf û rûmeta mirovan (zarokan) hene, ji
xwe de kardikin.
c.
Qapandin
yan qedexekirin : Cihên hêzdar, bi pirranî dewletî ne,
dikanin peywediyên (têlên, frequenzên) Internetê
dabirrin, qitbikin yan jî bi biryardanekî siyasî, rewayî weşana
malperekî birawestînin. Nimûne : Li Suriyê gelek malperên
rêxistinên dijberan hatine qedexekirin. Di meha heftan de malpera
www.amude.com li ser mêhvanan li Suriyê, Cezîrê bo mawê du
rojan hatibû birrandin. Aşkere ye ku sebeb siyasî, dij kurdan
bûne.
d.
Danistana
Internetî mirovan bêyî hevdu rast binasin li hev komdike – ev
kombûna, danistana ne yekserî, ne xwezahî ye. Tenyabûna kesan
belavdibe.
e.
Kopîkirin
(dizzîn, qaçaxî) : Bi taybet dizzîna stiran û awazan û fîlman,
ji CD yan DVD, daxirandina va di malperekê de, danasîna vê û kopîkirina
naverkê ji aliyên mêhvan.
f.
Daxweyan (Reklam, Werbung): Reklam caran heja ne (rojev, efrin)
û caran ji babetê malperê dûrdikeve û ne qenc in (Casino li ba
Mehname, Gelawêj)
g.
Internet
hên hinikê (li Alemanya) bihaye : Her mehekî bi kemtirîn 15
€ bo girêdanka telefonê û 9 € (bo 10 satan) bo Server, bi hev
re dike nizîkî 25 € (TV û Radio : 16 € bo yek meh)
IV. Kurd di Internetê de:
Beşdarbûna kurdan di Internetê ji sala 1997 de
destpêkiriye, ji
sala 2001 de ferehtir bûye û herkî çû baştir û girantir
dibe. Lê dîsan gerek me bibêje, ji ber sebebên tunebûna dewlet
û hindikbûna saziyên mezin, amadebûna kurdan di Internetê de û
li gor piyasên cîhana pêşkeftî kem e û pirr caran li ser
millên kesanên serbixwe mane. Saziyên kurdan yên îro hene bi
karên xwe radibin, lê me re dîsan balkêş dibîne ko, hên
diraviya, hên jî satora hevkar û pisporên wan di tengiyan de ne.
Hebûna
Kurd û Kurdistan di Internetê de me re dikane di sê beşan de
bibîne:
- malperên
kurdan li welat û li dervayî wê:
Xwedanê
malperekî kurdî gerek kurd be, ger kesek, komek ji kesan, partiyek,
saziyek yan jî hikumetek. Hema di hemû malperan de, her wisa di yên
kurdan de jî lînkek (pêkeft, girêdank) bi rûpelekê ve girêdayî
heye, tê de lînkên bi pirraniya navnîşanên malperên
kurdan hatin rêzandin. Di videran de mirov dikanê malperên kurdan
binase, bijmarîne û bixwîne. Min di meha gulan de careke lîsteya
malperên kurdan û yên li ser kurdan amadekir ; jimara hemû
malperan gihêşte 348. Heva bêguman beşek e ji malperên
yên rast hene. Malper dihên girtin (www.bulican.com, / radio azadi),
guhartin (www.pukg.de/kurdsat.htm), lewma jimartina wan çetin e.
Belkîm hejmara hemû malperên kurdan çend hezar in – eva jî
kem e.
Malperên
kurdan yên li welat zûtirîn li başurê Kurdistan , Libnaon (al-Partî)
û li Turkiyê (Istanbul) destpêkirin e. Çend û
çonyetiya wan hên jî kem û xerab in, ji hinik li başur
ji nizîk de baştir dibin (al-Taaxî, xebat, Kurdistanê
Niwê, Al-Ittihad, zankoyan). Pirraniya malperên kurdan (belkîm
90%) li derveyî welat, rojhilata navîn in. Kurdên li Europa û
Amerîka, bi taybet li Alemanya û Siwêdê, baştirîn
û çalaktirîn malperên bi kurdî bo kurdan diweşînin.
Navên malperên kurdan kurdî
(www.demanu.com.tr), nîştimanî (www.efrin.com), rêxistinî (www.kdp.pp.se),
çandî (www.mehname.cjb.net), olî (www.lalish.com), kesanî (www.abdullahocalan.com),
saziyanî (www.unisul.com) ne.
Hemu partiyên kurdan di
Internetê corbecor beşdar in. Saziyên ragiyandina kurdî jî
tek bi tek di Internetê beşdar in û rojname, kovar, weşanên
û nûçeyên xwe yên din weke musîkê jî bê peran pêşkêşî
mêhvanan dikin.
Lêgerînên
Kurdî: Gelek
malperên kurdan nuka lêgerînên xwe jî hene. Yanê me re dikanê
li peyvikê, hevokikê di xezîneya wê malperê de begere û bibîne.
Lêgerîn bo bîrhanînê lêkolînan zor giring e. Bo lêgerîna di
hemû Web de ji aliyê kurdan de www.legerin.com heye, lê gelekî
lawaz e.
Makînên lêgerînerên kurdî bi soranî (farisî) û bi arabî
nenas in û (bo sêrgeran) ne zor giring in.
Nirxandin û rixnandina
malperên kurdan:
a.
Nirxandina naverokî ::
Naverokên malperên kurdan û yên giloverî-kurdî
mixabin kem bi kurdî ne. Gelek babetên giring ne bi kurdî ne.
Pirraniya rewşenbîran bi turkî û arabî dinvîsînin. Nivîsa
kurdî jî bidaxewe hîn jî bi her du tîpan e (latînî û arabî).
Tenha çendik malper hene (rojev, Kerkuk-Kurdistan, amude, mehname)
yên ko me re jê bendewar e, da bibin serkêşên yekbûna nivîsandina
kurdî ya bi latînî. Yekbûna nivîsandiya kurdî bi latînî
pirseke wextî ye û bi yarmetiya Internetê ketiye pêşdeçunekê
lezgînî. Yekbûna nivîsandina kurdiya soranî bi yekbûna siyasî
li başurê Kurdistanê ve girêdayî, nuka weşanên çapkiriyê
weke Kurdistanî Niwê û Xebat û saziyên çandî-zanistî
bi va karê radibin.
Zarawa Zazayî (kurdmançî, dimilî) di Internetê de beşdar e
(www.kirmanc.com) û berve yekitiya kurdiyan nûjen dibe. Malperên
bi kurdiya soranî (tîpên arabî) bi giştî ne hêja ne.
Gelek nivîsên kurdiya soranî li ser dîmenan (images) yan PDF in
– halbikê bo nimûne bi MS Word 2000 hemû ziman, yanê kurdiya
soranî jî bi asanî bo weşandina di Internetê dihêtin
amadekirin.
Malperên kurdî weşan û xizmetdankên xwe bi
gelek zimanan didin weke arabi, turkî, egnlizî, farisî, alemanî,
siwêdî, hollandî, fransî, rusî, ...ûhd. Ev yeka hên bi cihê
ko tê de malper diweşe û hên jî bi nivîsvan/hevkarên
malperên ve girêdayî ne.
Gelek malperên kurdî hene (bi taybet ji kurdên
Suriyê), yên nû dest bi rêzdankekî (konzepetekî) weşandinî
kirin e. Malpera www.amude .com giraniya xebatê xwe nûka daye ser
weşanên bi zimanê kurdî (latînî), www.qamislo.com bi du
zimanan, arabî û kurdî diweşîne. www.avestakurd.net tenha
bi kurdî, Weşanên www.efrin.com û www.kobani.com bi sê
zimanan ( kurdî, alemanî, arabî) ne û her wisa.
Baştirîn malperên kurdî bi latînî îro
Kerkuk-Kurdistan.com (Swêd), rojev.com (Alemanya) û amude.com (Alemanya)
in û hêvî heye ko hevna pêvejoya yekbûna nivîsandiya
kurdiya nûjen leztir bikin.
Naverokên malperên kurdan bi giştî ji van
babetan pevdikevin:
-
nûçe,
peyam (welat, cîhan)
-
siyasî,
gelemperî
-
cihvatî,
jin, zarok
-
dîrokî
-
zanistî,
lêkolîn, weşanên nû
-
çand, huner, deng, sitran û awaz,
videoyên kurdî
-
fêrkirin: dersên kurdî, rêziman,
ferheng
-
kesanî (kesbextî): nezirs gästebuch
-
nexşeyên (ceografî) yên
Kurdistanê
-
navên kurdî (lawan, keçan)
-
navên gund û taxan (bi kurdî resen
– turkîkirin)
-
paltalk,
hevpeyvîn, Radio, TV
-
Aborî
(rojev)
-
Nivîsar,
nivîskar, editor
-
Belge (Kerkuk-Kurdistan)
-
Dever
(Kerkuk)
-
rapirsîn
-
Medya
(rojev)
-
Xizmetdan
weke e-mail, ferheng, lêgerîn, arşîv, weşanên
çapkirî,
lînks
-
Rêklam
Naverokên
malperên kurdan mixabin hîn jî gelek ji siyaset, çand û hin bûyerên
cihvatî pevdikevin. Peyam û xizmetdankên aborî û yên
berjewendiyên diravî-madî, bazarî kem in.
Xizmetdankên
(service) hemû malperên
hîn jî piçok, di gihêştinê de ne.
b.
Nirxandina
hunerî / benzdanînê:
Benz
(Designe), nîşandanî (symbolîk), navigation (livandin), reng.
Malper gerek sivik (asan), xweya, sade, lez, rêzandî, zûbînî be,
rengên wê gerek li gor naveroka wê be.
Benz
û naverok gerek hev du bigrin. Malperên kurdan hema hemû di
livandinê, nûvekirinê de ne, berve hêjabûnê. Hejmara mirovên
kurd yên ko dikanin hostayê her du tiştan bikin mixabin hên
kem in. Gerek malperên kurdî weke yên cîhaniyê berve sadeyiyê,
asaniyê, sivikbûniyê, lezbûniyê, zelaliyê, açiqbûniyê,
hevgirêkbûyê ve biçin.
Nîşanên
neteweyî weke ala Kurdistanê îro di gelek malperên nû de kem
dibin. Malper kurdiyetiya xwe bi şewekî din, nazîktir
diyardikin.
Malperên
kurdî yên ko mirovên kurd bi xwe sazkirine û birêvedibin, hinik
gelek baş û cîhanî ne, hinik din di hemû layan kêmasiyên
xwe yên hunerî hene. Çend nimûnan:
malperên
kurdî yên hunerbaş
|
malperên
kurdî yên hunerxerab
|
Malperên
bi leke
|
kerkuk-kurdistan.com
rojev.com
puk.org
efrin.com
dozame.com
qamislo.com
diclehaber.com
yekiti.com
|
kurdistani-imro.net
pcdk.com
gelavej.com
pukg.de
bulican.com
|
kdp.info
(?)
kurdayeti.net
kobani.net
amude.com
|
2.
malperên
li ser kurdan:
Dewletên cîhangîrî weke
Amerîka (www.kurdistan.org), Brîtanya (www.kurdmedia.com),
Alemanya (www.navend.de), Fransa (www.institutkurde.org),
Siwêd,..ûhd.
ji zû de rêxistin û saziyên xwendin û lêkolînan li ser
kurd û kurdistan avakirine û vana di malperên xwe de di Internetê
didinnasîn.
Malperên glovarî
(ecnebî, cîhanî)
yên li ser kurdan, kem bi kurdî û pirr zimanî (pirranî bi
englîzî)
ne, di hemû layên naverokî (ne bi têghêjitina siyasî) û hunerî
(benz, livandin) de gelek pêşkeftî ne, li ser sewiyê cîhanî
ne. Gelek mirovên kurd
li bogirê mirovên cîhanê nivîsên xwe di videran de diweşînin.
Ji van malperan bo nimûne ev in : kurdmedia.com,Kurdsun.com,
Kurd.net, Rojname.com, Kurdishnews.com, Kurdistan-observer.com.
Malperên
turkan, araban û
farisan jî hene yên gelek li ser kurdan û Kurdistanê û nivîsên
mirovên kurd jî b zimanên wan diweşînin.
Internetê sîtarên di navbera çand û gelên rojhilata navîn û
cîhanê de dirrandin û danistana kurdan û danasîna doza wan bi
raya gelên din re nizîktir û aşkeretit kir. Bo nimûne di
malpera www.thisissyria.com de pirsên kurdan hema bi qandrî pirsên
araban dihête weşandin.
Yek ji rindiya van malperan ev
e, ko gelek mirovên kurd yên neçar in, nivîsên xwe di videran
de diweşînin û di malperekê de weke www.rojname.com de
dibînin,
ka li ser kurdan hîn çih nûçeyên din hene, kî ji wan li ser çih
dinivîse. Van malperan forumek (gerdenek) nûjen bo rewşenbîryetiya
kurdan û têkeldana van bi mirovên cîhanê re avakirin.
Van malperan rêka rast bo vebûna malperên kurdî
û belavbûna danistana kurdan di Internetê de vekirin.
- malperên cîhanê:
Kurd û Kurdistan di gelek
malperên derveyî yên cîhanê, di weşanan, nûçeyan de
amade ne. Bo nimûne di www.spiegel.de (alemanî) yan www.cnn.de (englîzî)
yan www.aljazeera.net (arabî) de gelek peyam hene li ser kurd û
kurdistan. Mirov dikanê di her malperekê de bi lêgerîna malperê
(Site-Search) yan di malperên lêgerînên cîhanî (www.google.com,
www.lycos.com, www.cnn.com, ...) de bi lêgerîna giştî (Web-Search)
li peyvikî yan hevokekî di Web (Internet, hemu malperên cîhanê
di www de) de bigere.
Makînên
lêgerînê (search
machine, WebSearch) yan cîhanî:
Gelek
malperên lêgerînerên Internetê weke Google, lycos, fast, fox,
cnn,…ûhd. hene. Tê de me re dikanê li navekî, peyvekî,
hevokekî bigere.
Eger
hate dîtin,
encam lîsteyeke rêzandî ye ji lînkên bi rûpelên, yan malperên
ko tê de ew nava, peyva yan hevoka heye, vedigere. Mirov dikanê li
lînkan biteqîne û pê re biçe ser wan rûpelan. Lêgerînerên hêja
tabî yên cîhazên, saziyên lêkolînên gewre ne. Lêgerîner di
hemû malperên bi hemû zimanên cîhnanê (yên ko tîpên wan bi
pencereyên Browser de dihêtin diyardin) de yên bi Internetê
ve girêdayî ne li peyvan, wişeyan, hevokan digere, wan
li ba xwe komdike, da sêrgerekî (mêhvanekî) Internetê li wan
bigere û bibîne. Lêgerîn têknîkeke nû ye, lewma lêgerîner
he her tim rast dibîne. Xwedanên
lêgerîneran biryaran li ser encamên lêgerînan
dadinin.
Çend
malperên kurdan ji ber hin kêmasiyan ji aliya van lêgerîneran ve
nedihatin kolandin. Gerek malperên kurdan haj vê yekê hebin û
hebûna xwe di danistana Internetê de biçespînin.
Nimûne:
Çend peyv û navên kurdan di Internetê de:
|
Lycos
|
CNN
|
Google
|
Google
|
BBC
|
AOL
|
|
|
July
2003
|
April
2003
|
Kurdistan
|
531.868
|
340.000
|
32.200
|
112.000
|
291.641
|
13.878
|
|
Kurds
|
728,797
|
381.000
|
1.480
|
322.000
|
|
|
|
Ocalan
|
49.418
|
96.000
|
647
|
75.800
|
|
|
|
PKK
|
171.201
|
300.000
|
24.770
|
|
|
|
|
Barzani
|
60.368
|
42.300
|
1.330
|
30.400
|
|
|
|
Talabani
|
41.419
|
28.900
|
2.280
|
19.200
|
|
|
|
KDP
|
|
|
6.22
|
|
|
|
|
PUK
|
|
|
37.100
|
|
|
|
|
Ayna
bi arabî
(4.294.489 Doc.) July 2003
|
Kurdistan
|
66
malper (arabî)
|
|
|
|
|
|
Abdullah
Öcalan
|
1
malper (bbc arabî)
|
|
|
|
|
|
Encam :
Ji ber ko danistan di Internetê de
asan, erzan, lez, herdemî, azad û cîhanî ye û çêkirin, nûvekirin
û xizmetdana malperan û bikarhanîn, sûdlêwergirtina wan ji aliyên
mêhvanan (xizmetbir, sêrger) hefkî çû di nav kurdan de zêdetir
dibe, em dikanin bibêjin, ko Internetê deriyeke azadkariyê ya nû
bo ragiyandina kurdî vekir, tê de hejmarekî ferehtir, ji bilî
partiyan û saziyan, ji kesên rewşenbîr yên serbixwe yan
xweserî jî dixebitin,
xizmetan didin. Çonetî û çendîtîya danistan, danasîn û
ragiyandina kurdan di nav xwe de û bi derve re baştir, rohnîtir,
giştîtir, bersivandtir (nirxandin û rixnandin) bûye.
Internetê aso û bereyê danistana rewşenbîrên kurdan
ferehtir kiriye û xezîneyeke gelek mezin û dewlemend, pirrziman
û pirrbîr, ji nivîs, dîmen, deng, awaz û videoyên kurdî û yên
li ser kurdan bo xizmetbiran amadekiriye. Ev arşîva hîn jî
gewretir û giloverîtir dibe. Internetê perdeyên tarî yên li
ser danasîna û danistana kurdan çirrand : Zar, mindal û
şagirdên ev roj li derveyî welat dikanin bi asanî di
Internetê de bi kurdbûna xwe fêrbibe û danistana di navbera
mirovên xwe û yên cîhanê baştir birêvebibe. Asayîşên
dewletên Europayê nema dikanin wekî berê hemû qenalên
danistana serbest weke weşanên Radioy û TV bixopnînin yan li
dij hin kesan bixetmînin.
Di Internetê de gelek taybetiyên, berhemên û helwestên hêz
û partî û kesanên kurdan û yên li ser kurdan kardikin bi
zelalî,
aşkere dihêtin naskirin, berhevdanîn (tayîhevkirin). Mirov
dikane di Internetê hema hemû hêzên siyasî yên kurdan binase
û di weşanên wan de vebikole, li bersivan begere. Made yan
naverokên Internetê her dem bo hanînê amade ne, ne wek TV yan
Radioyê ne (derbazok), û ne wek weşanên çapkirî, yên ku
li arşîvan bi cefa û bihayî dihêtin embarkirin (bo arşiva
Awadani e.V. ne weşandî, lê di Internetê de). Internet hêşt/dihêle
ku mirov û partiyên kurdî yên bi bîrewerîyên cuda naka bi
hevdu re yekser – bê navîntî/delaletî – bidin û bistînin.
Armanc, rewişt û pêzanîna
xwedanên/rêvebirên
malperên kurdî biryarê, piyasê li ser çon û çendyetia weşanên
wan didin. Ew her sê taybetmendiyan bi qandirî hevdu giring in û
pêvejoyeke serbixwe bo encamên xebata mirovan diafirîne. Weşandina
(vekirina) malperekî îro
karekî asan e, lê berdewamkrin, nûvekirina herdemî yên naverokên
malperê - da ko malper ji aliya sêrgeran ve bihête vekirin,
bikarhanîn, bersivandin – dijwar e û hevkariyeke fereh û pisporî
dixwaze.
Cihvat yan çiwarsiya
(bazariya) Kurdistanê, kurdên li derveyî welat jî, li gor daxwazên
bazariya cîhangîriyê (giloverîtiyê) di biwarê danistan
Internetê de hên kem amade ne, paş de mane, lê gerekî û pêwîstiya
wan bi giloverîtiyê ve gelekî mezin in.
Hejmara kesên kurd yên Internetê bikardihêin gelek kem
(bi gumana min ji 1/1000 derbaznabe !). Cefayên gelek dijwar
ji mirovên kurdan dihêtin xwastin, da ko li gor guherînan
serkevin.
Giloverîtiya bi Internetê ve ji sala
1989 de li cihanê destpêkiriye, li diway 200 sal danistana kurdan
bi hev re û bi cîhanê re, hinekê dereng û hinekê bi defşa
Amerîkayê, berve danistana giloverîtî, yekbûyî, dewletî bûye
– eva bo me kurdan û tevahiya cîhanê serkeftin e.
6
pileyên dîroka danistana mirovan
|
1.
|
Yek
mirov li va dinyayê peydadibe
|
dijî,
bîrdike, diramîne, di hestên xwezahî hişyar dibe û
dije, …digere,
…
|
danistan li ba wî niye.
Li gor çîrokên çanda kurdan û olên rojhilata navîn:
yekemîn axaftin (danistan) Xwedê bi Adam re çêkiriye.
|
2.
|
Du mirov li ba hevdu peydadibin; danistan di vabera
wan de gerek dibe
|
bihevredijîn, dizewicin,
dizeyîn, bi zar (mindal) dibin, gerekî (pêwîstî) hev du
dibin, danistana bi hestên
xwezahî û yên nîşanî bo têghijiya hevdu bi demê re
bes nakin
|
danistana zimanî (axaftinî)
peydadibe;
li vir gerek yek nêr û ya din mê
be, li gor çîrokên
çanda kurdan û olên rojhilata navîn: mirovê duwem Hewa (Êva,
Evîn) bû
|
3.
|
Mirov pirr (zor, gelek) dibin, gerekî hevdu
dimînin,
gel (kom, cihv) peydadibe
|
rêzandin (nîzam), parvekirina karan û îşan,
perwerde- û fêrkirin ferehtir dibin (nêçîrî,
pezvantî)
|
danistana zimanî, nîşanî û xwezahî zengîn-
û ferehtir dibe.
Têghêjtina peyivînî û nivîsandî
(nîşanî) biserdikeve.
|
4.
|
Komên mirovan pirr-, cudah-, belav- û
cihwardibin.
|
Sinir,
sîtar,
dûrahî peydadibin . Ziman û çandên koman serbixwe
dibin, jihevdiqetin.
|
danistan
di navbera komên cudah li bazaran peydadibe. Koçer û
gundiyan bi hev re hevjjiyana bazariyê dikin. Bazar
dibe navend, bajar, medan (meydan, şar)
|
5.
|
Bajar dibin dewlet
|
Dewlet xwe ji hevdu diparêzin û xwe bi ser hev de
ferehdikin (şerê sinirên hevdu dikin). Mirov dibe welatî
|
Danistana navdewletan,
navçandeyan, gelên (netweyên) cudah, jihev dûr dijîn,
peydadin.
|
6.
|
Dewlet dibin komdewlet; giloverîtî leztir dibe
|
dewlet, sinir, nîzam, qanûn, peyman kem û lawaz
dibin. Mirov dibe dinyawî (cîhanvan)
|
Danistana mirovan pirrziman,
yekser, leztir, nizîktir,
yekane yanê gilover dibe.
|
Nivîsên li ser babatê
gelekî kem in; eva çend nimûneyên min dîtibûn:
1.
Ibrahim al-Yousef : al-Kurd
« internetiyan », 1, 2 (bi arabî); www.amude.com,
21.05.2003
2.
Qasim Hassan: Ruwiye mubeste hewle îcabiyat
al-mewaqi’ al-internetiye al-kurdiye al-suriye we selbiyatiha..?
www.efrin.net. 21.07.2003
3.
Sîban al-Mulla: Intiba’at
‘en mewaqi’ al-internet al-kurdiye fi hedîs al-muhtemîn.
www.qamislo.com, 10.07.2003
©
ABDALLAH OSMAN
,
Berlin
, di 03.09.2003
de
|