Knowledge value over the meaning of the words Kurdistan and Kurds.
Wissenwertes über die Bedeutung der Wörter Kurdistan und Kurden
Akrad
yan Kurd - Kirdî yan Kurdî?
Nivîsek
bo weşandinê di malper û rûpelên kurdî de – li gel silavan:
Kirdî,
Akrad yan Kurd?
ziman û siyaset di navlêdanên gelan de
Xwendevanên
malperên kurdî di Internet de dikanin naka li nivîsekê kinik binavê
„Kurd in ... lê ne akrad in“
seyrbikin, ya ku
birader Hassan Şendî bi zimanê arabî di malpera Rêkeftin (http://www.rekeftin.com/kurdneekrad.htm)
de weşandiye.
Sereyê
gotara wî tûj, bang hildayî û şanaz e,
naverok û armanca wê nivîsê giring û balkêş e û hin bîreweriyên
berê ji mijulbûna ronakbîrên kurdan bi rewşa neteweya xwe bi
araban re vedikole meydana rojevê. Berêz Şendî hinik ji nivîsvan
û ramyar û sazîyên weşanên araban bi daxistina nirxa kurdan, bi
beralvedana me tewanbar dike, dema hewna ji demeke zû de kurdan her tim
bi akrad (kurd bi komanî) yan kirdî (kurdî) binavdikin,
dinivisînin. Bi behweriya wî
rewşenbîrî gerek di zimanê arabî de li şûnê akrad
yan al-akrad (kurd bi komanî) peyva kurd yan al-kurd
û li şûnê kirdî (kurdî) peyva kurdî bihêtin
nivîsandin.
Ew mirova peyva akrad yan al-krad bi peyva a’rab yan
al-a’rab dide berhev du û dibêje, ji ber ku a’rab di têghiştina
arabî de peyveke xerab e, li nîştivanên badiyanan (çolanan)
hatiye danîn û di Qurana pîroz de ji bo gunahkartirîn mirovên li dij
Xwedayê bikarhatiye, lewma peyva akrad jî – belkî - ji bo me
kurdan pîs be. Paşran Hassan Şendî dibêje, ji ber ku kurdan
bi xwe jî navê kurd li xwe û Kurdistan li welatê xwe
dahanîne, lewra gerek hemû kesên têkeldar rêz li me kurdan bigirin û
di zimanê arabî de peyvên kurd, kurdî, al-kurdî, Kurdistan,
... ûhw., ne peyvên kirdî, akrad, al-akrad, Kirdistan, ... ûhd.
biaxavin (bizaravînin) û binivîsin!
Çîroka
me kurdan bi arabzimaniyan (samiyan) re li ser peyvên kirdî û
akrad, kirad, û kward ûhw. pirr kevn e. Eva pêvejoyekî dîrokî û
diyardeyekî xwezahî ye.Ne gotina zimaniyê bi xwe, lê mebesta gotevanê
bi wa gotinê ve piyas e. Ziman bi xwe xwedahî, ne alîgir e, navîneke
danistanî û têgihiştinê ye, mirov
bi tenya xwe bê ziman e, lê ji mirovên komaniyan re bikarhanîna zimanê
ji bo danistan û jiyandinê zor giring e. Bêguman ziman sernîşana
nasnameyê û aliyeteke berxwedana komên, cihvatên mirovan e. Dijminên
kurdan ji arab û turkan de bigir ta bi afrenc û alemanên europayê ve
her tim cenga çanda me jî kirine û di vir de berdewam in. Xerabkarên
ji wana bi rêzandî û demdirêjeyî zimanê me hewqas xwastine
bixopandinana, da ku mêjî, bîr û ramanên me û yên niweyên me
bihatinana hilkirin. Wana dixwastin mirovê kurd bi guhartina nasnameyê wî
yê çandî (neteweyî) ve bişikandinana û bi kokê ve tev li yên
xwe bikirana, bihelindana Ev siyaseta navîna xelkan
kevn e, li ser tevahiya va giloverê me belav bûye. Her komek ji
mirovên hevgirtî bi zimaneke xwehî bûye û van zimanên cudah her tim
ketine dergûşa hêrîş û bervedanan. Arab û paşran
turkan di sedsalên dawî de kurd û welatê wana dagîrsandine. Zimanên
arab û turkan bi ser me kurdan de hatine û xwe di nav me de kûr û
fereh çandine. Bersivandina va yekê hên xwezahî û hên jî gerek bi pêzanînê
be. Mayîna zimanê kurdî weke zimaneke arî, xaw û zengîn ta îroj bi
kûrahiya wê ve di tomarên devera rojhilata navîn de yanê bi şêniyên,
kurdên wê derê re girêdaye. Ne kes yek li va dinyayê, ne arab yan
turk, ne sînî yan europî, wê bikanibin ji îro û pê ve girêdana
tekane ya kurdan (îraniyan) bi rojhilata navînê re di bin gumanan
xînin.
Tevahiya nûhemên lêkonlînên zanistî di va biwarê de rêka rast bo
kurdan vedide. Lewma tirsa me kurdan ji
şêweya wişeyên kirdî, akrad yan kirdistan
di zimanê arabî de gerek ne mezin be. Ji bo va girêkê bê guman bersivên
siyasî ta îro kem in, lê yên zanistî
zêde ne hindik in.
Nivîsvanên
zanistî li ba kurdan yên bi kurdî-latînî dinivîsinin hên kem in yan
jî bi azadbûna Başurê Kurdistanê ve (navend!) hên nû diafirin.
Di çêbûnê de gerek şaşitiyên mezin (yên gelên din kirine/dikin)
li ba me nehêtin çandin. Ziman li ser bingehekî dîrokî-cîhanî, ne
li ser textên siyasî dadimezire. Li gor piyasên zimanzanistiyê peyvên
kirdî, akrad û kirdistan di arabî ne şaş û ne jî
derdekî nexweşiyê ye. Lê dema mirovên arabziman van peyvinan bi
mebesteke dijmantiyê û aramancekî siyasî ne însanî li dij kurdan
bikardihênin, di vir de daxwaza berêz Şendî bi giştî rast û
dirust dibe. Mixabin netewperistên araban û turkan gelek neyartiyên veşartî,
giyanî li dij me kurdan bikardihênin. Rade û têkariya bersiva me
kurdan jî ta îro têrê pêwîstiyan nekirine. Pêşvenêr û xwedanên
çanda kurdan di va dinyayê dewletan de sêrek in.
Zimanê
arabî yek e samî ye; peyvên wê bi serekî bi tîpên bêdengî dihên
nivîsandin. Navê kurd lewra krd bêyî tîpa dengdar u
dihê nivîsandin. Dêmak mirov dikane krd (yanê kurd bi arabî)
weke kurd, kird, koord, kerd, krad,...ûhw. û krdstan (yanê
Kurdistan bi arabî) weke Kirdistan, Kurdustan, Kordistan, Kardistan,
...ûhw. bixwîne. Di arabî de tîpên dengdar u û i nadihên
nivîsandin, lê belê bêbendî, azad zaravandin, axaftin. Va girêka nivîsandina
arabî di zimannivîsa farisî û
kurdiya soranî (bi tîpên arabî) de bi tenê ji bo u
çareserbûye;
tîpê i li vir jî natê nivîsandin. Di farisî û kurdiya başûr
de Kurdstan bêyî i dihê nivîsandin. Yanê mirov dikane wê
peyvê weke Kurdstan, Kurdistan, Kordustan,... ûhw. bixwêne. Pêzanîna
mirovê û siyaseta wî dihêlin ew va nivîsê rast yan çewt, şaş
bixwêne.
Gelên
rojhilat weke farisan, azeriyan û tajîkan hemû dibêjin kurd yan koord,
ne kird. Kurdên rojhilat jî diwêtin kurd yan kord.
Lê dema mirov ji rojhilata de berve rojava ve deherê, dibhîse ku mirov
dibêjin kirmanc, ne kurdmanc. Kurdên zaza bi kirdkî
yan kirdmancî ne bi kurdkî diaxafin. Şêniyên
Arabistan û bakura Afrîqayê jî weke araban sivik dibêjîn kirdî,
akrad. Mirovên turkzimaniyan dibêjin kwirt, kürt. Hibraniyan
weke jihuyên rojhilatê digotin kward, paşran kurd.
Zimanzanîn
derdixîne holê, ku tîpên k û g, d û t, w, u,
y û h, k û q, ...ûhd. hevdu carcaran dighurînin.
Peyva kurd di pêvejoya dibûna zimanan de dibe ku gelek hatibe guhartin
jî.
kurdmancî weke kirdmancî û girmancî ye. Akrad dibe ku
weke akurda, akura, akira, agira, agiradad, agiradaman, ...
ûhw. be. Stan di bêjeya
Kurdistan de ji (h,w)istandin yan sitandin bi wateya
sekinandin, bicihkirin, bidestxistin hatiye; di arabî de ne nas e. ....
Babet dirêj e!
Mijara
navê Kurd û Kurdistan gelek ketiye navîna lêkolînan û ravedanan û
kem hatiye (ve)xwendin. Siyasetê pêlîstiye, biryar lê dayiye, ka çon
me ra va gotinê bibêje, binvîse yan jî şîrovebike. Bi zanîna
min bersivandinên kurdan li dij sextekariyên hêrîşî yên araban
û turkan kemtir û lawaztir bûne, lê pêveçûnên zanistiyê li va cîhana
evroj nerindiyên arab û turkan gav bi gav poç û riswa dikin.
Dema
ez li welat bûm, di salên 1960-1979 de li Kurdaxê û Helebê, carcaran
kîna araban bi kurdan re yanê nakokiyên nijadî derdiket holê. Rêjîma
arabî fermiyanî li dij
kurdiyetiyê bûye. Araban nedixwastin weke turkan (kirmanc dibêjin tirk,
lê faris dibêjin turk) kurdan bi kurdan binavbikirina. Wana em piçok
dikirin, dihavêjtin haliyê. Bi peyvên weke
kirdî, akrad, krad, kirad, kirdistan, al-kirdî, al-kurd,
al-kurdî, ...hwd. wana kurdan binavkirin. Helbet weşanên partiyên
kurdan jî wisa dinivîsandin. Pêşeyên me jî têkeznedikirin, ka
me ra bibêje koordî li şûnê kirdî. Satan li ba me
peyva kurd bi serhildana başur ve ji 1961 de pirr belav bûye.
Şêniyên Kurdaxê kirmanc (kurdmanc weke girman)
in. Carina ez ji ber nezanbûnê ve ji hin arab diqehriyem, yên ku li
şûnê kirmanc kirad, kirdî, çirad, çirdî, digotin. Bi yadê
min yê îro ve destpêka kişandina balê min li ser cudahiyên akrad
û kirdî (yên arabî) bi kurd û kurdî re di
cihvînên kurdên Suriyê (rojava) bi yên Îraqê (navend) re
peydadibûn;
ji bo min yanê ji salên 1980îyan de li Alemanya bi kurdên devera başur
û rojhilat û bi farisan (îraniyan) re. Hewna her tim digotin, dibêjin kurd,
turk ne bi carekê kird, tirk.
Ez
naka jî wek kak Hassan Şendî ji
wa zaravandina sivik (lê ya ji xweda heye!) li ba araban heznakim û
hêvîdikim,
da weşanvanên bi zimanê arabî li ser va rixnê biramînin.
©
Abdallah Osman, weşanvan, Berlîn, 17.05.2005. Mafên weşandina
va nivîsê bo hemû malperan vekirî ye.
|