Heval, hogir û endamên birêz yên Navenda PENa Kurd!
Ez bi dil rêz û silavên xwe ji we re dibêjim, bixêrhatina we hemûyan dikim, ku gelekan ji we ew riyên dûr û dirêj dane pey xwe û xwe westandiye, da hûn werin û beşdarî vê kongireya salane ya Navenda PENa Kurd bibin; ev kongireya ku bi taybetî ji me Kurdan re di demeke rêzanî pir dijwar de tê li dar xistin.
Gelek ji me îro di bin barana agadriyên rast û nerast de li wê yekê bi goman in, ka gelo ew vê rewşa niha, bi taybetî helwesta Amêrîka û Inglistanê derbarê şerê Iraqê şermezar bikin, yan bi xweşbînî bipejirênin.
Li aliyê dî bê goman em hemû di yek helwestê û di yek baweriyê de ne, ew jî ew e, ku em hemû li dijê şer in, ev rastiyek e, ti mij û dûman li ser nîn e, rastiya dî jî ew e, ku tiştên Seddam Hisên ê xwînrêj bi serê gelê me kiriye, bi serê ti gelên dinê cihanê ne kiriye.
Ji ber vê yekê gelek hevwelatiyên me yên kurd di wê baweriyê de ne, ku rewşa gelê me li deverên Kurdistanê yên hê di bin destê Seddam de û rewşa gelên Iraqê bi giştî nikare ji halo xirabtir bibe û hêvî dikin, ku rêjîma Seddam, gava ti çareyên dî nebin, bi alavên çekdarî jî be, bila were gêr kirin.
Ji aliyekî dî ve em dizanin, gava ku şer bibe, ewê ziyaneke mezin bigihêne giştiya gelên Iraqê, belê dîse wê gelê kurd be, yê ku bikeve ber hêrîşên sereke yên şer û goriyên herî mezin dîse emê bidin.
Sedemekî ku dihêle tirs mezintir bibe, ew e, ku dewleta Tirkiyayê çavên xwe berdane dagîrkirina başûrê welatê me û jinavbirina parlementoyê Kurdistana me.
Rast e, ku di rewşa îro de parlementoya Tirkiyayê ne pejirandiye, ku emêrîkî yekîtiyên xwe yên leşkerî li Tirkiyayê bi cih bikin, belê helwesta dewleta Tirkiyayê, ya ku mebesta wê ya sereke ne hilweşandina rêjîma diktatorî ya Seddam e, belkû, weke ku ew hişkere jî dibêjin, qedexekirina avakirina dewleteke kurdî ya ser bixwe ye, dihêle ku em Kurd zani bin, ku neteweya me îro dîse di demeke dîrokî gelekî bi tirs de re derbas dibe.
Ev rewşa îro rewşeke wiha ye, ya ku dixwaze bi taybetî rewşênbîrên kurd li hev kom bibin, bîr û baweriyên xwe bi hev biguherin û bi yek dengî helwesta xwe hişkere bikin. Bawer im, ku di xala 7an de ji rojeva me em dikarin bi ferehî li ser vê yekê rawestin.
Gelî birêzan,
ez di vê axaftina xwe de naçime ser rewşa gel û welatê me li parçeyên din ên Kurdistanê û deverên ku Kurd lê dijîn, ji ber di pişt axaftina min re wê li gor rojeva civîna me bi taybetî li ser wan were axaftin.
Ez bi dilxweşiyeke mezin bixêrhatina hemû mêvanên me dikim, bi taybetî dilxweş im bi hatina Stiya Lucina Kathmann, cihgira serekê PENa Navneteweyî û sereka Komîteya Nivîskarên Jin û bi hatina sekretêrê giştî yê Navenda PENa Navneteweyî, birêz Terry Carlbom, yên ku ew riyên dûr û dirêj dane pey xwe, xwe westandine û hatine, da li vê civîna me amade bibin. Ez hêvîdar im, ku di pişt re ewê çend gotinan pêşkêşî civîna me bikin.
Belê dîse jî rê bidine min, ez Lucîna bi wê yekê nîşan bikim, ku ew hevaleke li ber dilê me gelekî giranbiha ye, ew ji destpêkê ve, hê di dema damezrandina Navenda PENa Kurd di bin serektiya birêz Hisên Erdem de û heya niha heveleke herî nîzîk ji me ye û piştgiriya xebata Navenda PENa Kurd dike. Ez ji vê derê bi navê hemû endamên navenda me rêz û silavên xwe jê re pêşkêş dikim.
Di heman demê de ez dixwazim rêz û silavên Navenda PENa Kurd ji birêz Terry Carlbom re bêjim, yê ku di gelek rewş û helwestan de li aliyê me rawestiyaye û piştgiriya xebta Navenda PENa Kurd kiriye, ez bi taybetî dixwazim Kongireya ku me li parlementoya Ewropayê li Bruksil kiri bû, bi bîr bênim. Ji wî û ji hemû mêvanên me re careke dî em dibêjin, hûn li ser çavan hatin.
Gelî birêzan,
em civîna xwe bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê hemû wan kesan vedikin, yên ku di ber baweriya azad û rojnamegeriya azad de, hatine girtin, hingatin û kuştin ... spas
Niha ez peyvê didime Lucina Kathmann...
Spasî û nirxandina axaftina Lucina...
Niha peyv ya birêz sekretêrê Navenda PENa Navneteweyî birêz Terry Carlbom e...
Spasî û nirxandin...
Gelî endamên birêz,
Ez dixwazim bi we re hin çalakiyên Navenda PENa Kurd ji civîna giştî ya bihûrtî ve, ya ku di 30.06.2001ê de bû, di bin çavan re derbas bikim, ji ber gelek çalakiyên nû çêbûne, yên ku di dîroka xebata me de bi rastî girîng in û bi dîtina min cihê serbilindî û şanaziyê ne. Ez ji niha ve dibêjim, ku gelek kar û xebatên hûr jî çêbûne, yên ku pêwîst nake, ez niha yek bi yek herime ser hemûyan.
Heye, ku heryekî ji we bihîsti be, lê dîse jî ezê bêjim, ji sala par ve êdî Navenda PENa Kurd di Internetê de jî di bin navnîşana pen-kurd.org de heye.
Ev malper bi arîkariya endamê me birêz Mustefa Resîd, yê ku tim çavdêriya wê dike, wê nû dike û bi pêş ve dibe, bi awayekî serketî hate vekirin. Ji bona vê û gelek çalakiyên din, yên ku bê alîkarî, rawêjkarî û piştgîriya kekê Mustefa Reşîd ne dibûn, ez dixwazim bi dilxweşî rêz û spasiyên xwe ji wî re pêşkêş bikim.
Çawa ku em di riya nivîsên ku ji me re tên re dibihîzin, vekirina malperê dengekî xweş vedaye û dilxurtiyê dide nivîskarên me li her aliyekî welêt jî. Bi vî awayî ew tim dikarin bi me re di têkiliyan de bin.
Di vê malperê de çalakiyên rojane yên navenda PENa Kurd û dengê kar û xebata wê, gotarên nivîskarên kurd û bîr û baweriyên cihê tim dikarin werine weşandin.
Ew dikare bibe navenda çalakiyên me û bi taybetî gotaran, helbestan, kurteçîrok û berhemên rojnamegerî yên endam, heval û hogirên me biweşêne.
Ez li vê derê bangî we hemûyan dikim, ku hûn kelkê ji vê derfetê bigirin û berhemên xwe ji kekê Mustefa Reşîd re bi rê bikin, da ew jî wan ji we re di malperê de biweşêne.
Her weke min berî niha jî got, di riya înternetê re em ji aliyê gelek nivîskarên xwe ve li welêt jî hatine nas kirin.
Îro hijmarek ji endamên me yên çalak li Kurdistan û Tirkiyayê bi me re di xebatê de ne. Hin ji wan hatin û li rojên wêjeyî, yên ku me li Almaniyayê li dar xisti bûn, beşdar bûn.
Li gor biryara civîna me ya 30.06.2001ê bi avakirina şaxên PENa Kurd li her çar beşên Kurdistanê em ketine xebatê û me peywendî di riya kekê Salihê Kevirbirî re bi çend nivîskarên Kurd re li bakurê welêt danî. Di qûnaxa demekê ji têkiliyan de kekê Berken Bereh komcivînek ji nivîskarên kurd re li Amedê bi rê xist. Encama civînê ew bû, ku -bi piraniya dengên endamên civînê- pêwistî niha bi avakirina şaxekî PENê li Amedê nîn e. Dîse jî îro hijmareke ne biçûk ji nivîskarên Bakur bûne endamên Navenda PENa Kurd. Belkî birêz Salihê Kevirbirî kari be di pişt axaftina min re hinekî li ser tevgera vê xebatê li wir ji me re baştir ronahî bike.
Me hewl da li rojhilatê welat jî peywendiyan girê bidin û şaxekî PENa Kurd ava bikin, destpêkê di riya birêz Kakşar Oremar re û di pişt re di riya birêz Hesen Îrandost re, mixabin heta roja îro ev xebata me bi pêş ve ne çû ye. Belkî her dû birêz kari bin di pişt vê axaftinê re hinek ronahiyên bihtir bidin me.
Me pêşî bi alîkariya endamên xwe, kekê Pîr Xidir Silêman û di pişt re bi alîkariya birêz, kekê Tengezarê Marînî re, yê ku me di çûna wî ya başurê Kurdistanê de bi maf kiri bû, ku bi navê PENa Kurd bi berpirsiyarên rêxistinên nivîskarî yên başurê welêt re rûne û peywendiyan girê bide, dikarî em pêşveçûnên gelekî mezin bi dest bixin. Di qonaxa demekê ji têkiliyan de me dikarî em peywendiyên biratî bi Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihok û Hewlêrê deyinin. Heta pêr jî em di wê baweriyê de bûn, ku birêz Hesen Silêvanî, Dr. Arif Hîto û Mehdî Xoşnaw wê li vê kongireya me amade bibin. Piştî ku me kar û barên vîzayê bi şalyariya derve ya elmanî û şandiya elmanî li şamê re li hev anî, dewleta Sûriyayê derfet ne da, ku ew di wê derê re derbas bibin û werin.
Dîse jî ez hêvîdr im, ku ev peywendiyên me bibine gava pêşî li ser riya jihevnêzîkbûn û lihevxwedîderketina nivîskar, helbestvan, rojnamevan, weşanger û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Belkî di dema nêzîk ya li pêşiya me de Navenda PENa Kurd civîneke tyabetî ji bo hevdîtinekê di nav me û wan de li dar bixe. Wê pir baş be, ku birêz Tengezarê Marînî ji civînê re hinekî li ser çûna xwe û girêdana peywendiyên Navenda PENa Kurd û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihok û Hewlêrê biaxive.
Li gor heman biryara civîna me ya 30.06.2001ê me hewl da em bi nivîskarên kurd re li Başur-Rojavayê Kurdistanê bikevine têkiliyê. Di çûna birêz Mustefa Reşîd de ya Başur-Rojavayê Kurdistânê me maf da wî, ku ew bi navê Navenda PENa Kurd bi nivîskarên kurd re li vî beşê Kurdistanê rûne û ji wan re biryara civîna me bi avakirina şaxekî PENê li wê derê şirove bike. Birêz Mustefa Reşîd çû Çiyayê Kurmênc û ji wê derê jî çû Cizîrê û bi nivîskarên me re rûnişt. Encam ew bû, ku ewê di pişt re biryarekê bidin û bi me re bi bikevine têkiliyan. Ez hêvîdar im, ku birêz Mustefa Reşîd di pişt vê axaftinê re were vê derê û bi kurtî li ser çûna xwe biaxive. Encama çûna kekê Mustefa û têkliyên me, ev nameye ye, ya ku ji aliyê birêzan Konê Reş û Rezoyê Osê ve ji me re hatiye.
Em hêvîdar in, ku hevalên me yên nivîskar li welêt, ne tenê beşdarî pêsveçûna xebata PENa Kurd bibin, belkû ew bi bêderengî komîteya birêvebir bi girtina mirovekî ji nivîskarên me agadr bikin, da komîte jî zû dest bi xebatê bike û bihêle PENa Navneteweyî jî bikeve tevgerê.
Di derbarê girtinên nivîskarên Kurd de, qedexekirina berhemên kurdî de û zordariya li ser wêje û çanada kurdî de, em di dema xwe de ketine xebatê û me bi PENa Navneteweyî re xebat berdewam kir, gava birêz Yaqûp Tilermrnî û mamosteyên me li Mêrdînê hatine girtin, gava berhemên birêz Salihê kevirbirî hatine qedexe kirin, gava kekê Ahmet Kaya hate girtin, gava berhemên birêz Mehmet Bayrek hatine qedexe kirin û gava herdû birêz Merwan Osman û Hesen Salih hatine girtin.
Me du nameyên ji raya giştî re vekirî ji serekkomarê Îranê û serekkomarê Sûriyayê re şiyandin. Herdû nameyên me bi awayekî fereh di rojnamegeriya cihanê de hatine weşandin.
Niha ezê werime ser komcivînên navneteweyî, yên ku em di van herdû salên dawî de li wan amade bûne. Di destpêkê de ez dixwazim kongireya London ya PENa Navneteweyî di sala 2001ê de û û ya Mekedoniya di sala 2002an de bi nav bikim.
Li kongireya London 2001, kekê Dr. Kemal Mîrawdelî nûnerîtiya Navenda PENa Kurd bi encameke baş kir û di sala 2002an de xuşka Hêvî Berwarî û ez çûne Mekedoniyayê û heftiyekê li hemû civînên kongireya navneteweyî bi awayekî serketî amade bûn.
Wekî dî di sala 2001ê de ez çûme Bled li Slovêniyayê û heftiyekê li civîna Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê, ya ku navenda me gelek salan bi kesatiya kekê Hisên Erdem û di pişt re bi kesatiya kekê Dr. Mûsa Kaval cihgirê serekê vê komîteyê bû, bi encameke baş amade bûm.
Sala par birêz Dr. Kemal Mîrawdelî çû, li civînê amade bû û bi serketin nûnerîtiya navenda PENa me kir. Em bi hêvî ne, ku di salên bê de Navenda PENa Kurd bi taybetî di vê komîteyê de çalakiyên xwe xurttir bike.
Di derbarê xebata me di nav PENa Navneteweyî de, ez dixwazim spasiyên xwe yên ji dil ji kekê Dr. Zorab Aloyan re bêjim, yê ku bi hemû nefsbiçûkî û camêrî destê xwe da me û gelek xebatên hêja bi arîkariya wî hatine kirin. Ji derveyê ku kekê Zorab piraniya name û weşanên me werdigerandine zimanê ingilîzî, wî gelek caran yekser pişniyarên xwe bi zimanê inglîzî li ser navê PENa Kurd dinivîsî û ji komîteya birêvebir re dişiyand. Li aliyekî dî Navenda PENa Kurd dikarî bi arîkariya wî bibe endam di Komiteya Mafê Ziman û Wergerandinê de, ya ku niha PENa Mekedoniya serekatiya wê dike. Ji ber pasporta xwe kekê Zorab nikarî li civîna paşî ya ku vê komîteyê li bajarê kirwatî Pula li dar xisti bû, amade bibe. Ji ber vê yekê kekê Mustefa Reşîd ev barê ha hilgirte ser milê xwe û çû nûnerîtiya Navenda PENa Kurd li Pula kir, careke dî ji we herdûyan re rêz, silav û spasiyên ji dil.
Di derbarê komcivînên ku navenda PENa Kurd yan bi arîkariya wê hatine li dar xistin de, divê berî hemûyan êvarên wêjeyî li bajarê Bielefeld, yên ku bi rêxistina nivîskarên elman „Schriftstellerverband OWL“ re hatine li dar xistin, werine bi nav kirin.
Ji bo bi rêxistina wan herdû êvarên wêjeyî ez dixwazim rêz û silavên xwe bigihênme birêz Nilgün Demirkaya, ya ku hişt ev êvarên wêjeyî bibine destpêka çalakiyên me di vî warê xebatê de. Ev cara pêşî bû li Almaniyayê, ku bi vî awayî nivîskarên kurd û elman di êvarên xwendinî de ji hev re ji berhemên xwe dixwênin. Ez di wê baweriyê de me, ku hemû nivîskarên di wan êvaran de amade bû bûn, dikarîn ji xwe re kelkê jê bigirin û zanîn û ezmûneyên xwe bi hevpîşên xwe yên elman re biguherin.
Ji 29.8.-01.09.2002an Navenda PENa Kurd sê rojên wêjeyî ji nivîskar û wejevanên kurd re di bin diruşma bibîranîna helbestvanê nemir, Qedrî Can de bi rê xist. Ev jî cara pêşî bû ku bihtir ji 20 wejevanên kurd li Almaniyayê li hev kom dibûn û bi awaekî gelekî bi rêk û pêk berhemên xwe ji hev re dixwendin û guh didan hev. Dilxweşiya herî mezin jî ew bû, ku du nivîskarên me yên li ber dilê me gelekî giranbiha, kekê Dr. Felat Dilgeş û kekê Salihê Kevirbirî jî ji bakurê welêt hati bûn û li hevdîtina me amde bûn. Piştî ku dema fermî diçû serî, êvaran nivîskarên me li hev rûdiniştin, bi hev re diaxivîn, distrandin, dikenîn û dîlan digirtin, vê yekê jî dihişt, ku ew komcivîna me bi awayekî herî baş bigihe mebest û armanca xwe, ev bi xwe jî hevnaskirin û jihevnêzîkbûna wêjevanên kurd bû.
Dîse hevdîtineke wêjeyî bi niviskarên elman re ji 23.11 .- 24.11.2002 hate li dar xistin, vê carê li bajarê Dresden. Komek nivîskarên kurd bi endamên 4 rêxistinên nivîskarî elmanî û nûnerê PENa sorbî re rûniştin, berhemên xwe ji hev re xwendin, di nav re guhdan awazên mûzîka kurdî, bi hev re xwarin û vexwarin û hevaltî danîn. Di vê hevdîtinê de jî em dîse bi beşdarbûna birêz kekê Salihê Kevir birî, yê ku ji bakurê welêt hati bû, bihtir dilxweş bûn. Ev hevdîtina me bi nivîskarên elman re gelekî bi ser ketî bû û encamên gelekî hêja dan. Ji bo vê xebata hêja rêz û silav ji bo kekê birêz Ûnis Behram, yê ku giranahiya kar û barê vê xebatê li ser milên wî bû û wî bi merdî destê me girt û ev çalakiya hêja bi ser ket.
Hevdîtinên me yên bi vî awayî, yên ku di wan de tenê nivîskarên kurd hebûn, cara paşî ji 03.1. –5.01.2003an, vê carê li bajarê Soest bû û dîse nêzîkî 20 nivîskarên kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê amade bûn. Ji bo alîkarî û birêxistina vê hevdîtinê, rêz , silav û spasiyên min ji kekê Kakşar Oremar re hene, yê ku piraniya kar û barê vê civînê kete ser milên wî.
Civîna me dîse gelekî serketî bû, em bi hev dilxweş bûn, me hev û berhemên hev ji nêzîk ve nas kirin. Du êvarên xweş li ber mûzîka kurdî me bi hev re derbas kirin.
Bi van hevdîtinên navbera wêjevanên me, Navenda PENa Kurd ne tenê di ber berjewendiyên wêje û zimanê kurdî de dikeve çalakiyan, di heman demê de ew dibe alavê xurtkirin û bipêşvebirina aştiya navxweyî û dêmokratiyê di civaka kurdî de.
Hevdîtinên ku me heya niha bi nivîskarên elman re jî kirine, dikevine bin berjewendiya girêdanên hevlatî û dostanî bi nivîskarên gelên din re, danasîna wêje û çanda kurdî, naskirina wêje û çanda gelên din; em bi hêvî ne, ev çalakî li ser asta Almaniyayê ne mênin, belkû ew xwe vedin û li ser qada navneteweyî berferhtir û geştir bibin.
Ez bawer dikim, ku ev çalakiyên me di rojnamegeriyê de jî dengekî xweş vedan, ne tenê di rojnamegeriya kurdî de, belkû di rojnameyên elmanî yên herêmî bi xwe e jî.
Ji vî cihî dixwazim bidime diyarkirin, ku hevdîtinên wisan, çi bi nivîskarên navneteweyî re, çi bi nivîskarên ewropî re û çi jî bi nivîskarên kurd bi tenê re yek ji armancên herî sereke yên Navenda PENa Kurd bi dest ve têne, û ji ber vê yekê divê rista hevdîtinên wisa, ya ku me di sala bihûrtî de dest pê kiri bû, bê dudilî were berdewam û geş kirin.
Belê, ji bona ev yeka ha bi awayekî serketî bi rê ve biçe, divê hijmara endamên çalak, yên ku hevdîtinên wisa li hev tênin, mezintir bibe, ji ber birêxistina van hevdîtinan kar, dem û xebateke xurt dixwaze, û nabe ku ev yek tim li ser milê heman kesan bimêne.
Ez gelekî bi hêvî me, ku di dema li pêşiya me de xebata PENa me di qada navneteweyî de jî berdewam bibe, gavên mezintir bide û xebata xwe bi pêş ve bibe.
Gelî birêzan,
weke ku hûn hemû dizanin, emê îro komîteyeke birêvebiriya giştî ya nû hilbijêrin û li ser hin guhertinan di rêbaza Navenda PENa Kurd de gengeşiyê bikin. Ez dixwazim bixime bîra endaman, ku li gorî ezmûneya min, divê ne tenê cihên ku endamên komîteyê lê dijîn jî ji hev ne dûr bin, belkû divê endamên komîteya birêvebir mirovine xwedîberpirsiyarî bin. Ji ber tenê bi vî awayî mirov dikare xebateke biserketî bi rê ve bibe.
Dîse jî û bi ser hemû dijwarî û aloziyên xebatê de komîteya me dikarî heta roja îro –weke ez dibînim- xebata xwe bi serbilindî berdewam bike û bigihêne qonaxa kongireya me ya îro.
Belê ev yek jî divê bê gotin, ev xebat bi vî awayî ti carî ne diçû serî, heke hin endamên Navenda PENa Kurd, yên ku ne di komîteya birêvebir de bûn, hest bi berpirsiyariya xwe ne kiri bana, bi birayane destê komîteya birevebir ne girti bana û gorî bi dem, kar û pereyên xwe ne kiri bana. Ez bi navê xwe û bi navê Navenda PENa Kurd bi dilgermî, rêz, silav û spasiyên xwe digihênim van birêzan Mustefa Reşîd, Dr. Zorab Aloyan, Ûnis Behram, Hêvî Berwarî, Nîlgün Demirkaya, Tengezarê Marînî, Kakşar Oremar û hemû xwişk û birayên dî, yên ku xwe diwestandin û dihatin di hevdîtinên me de amde dibûn.
Ez dîse spasiya we dikim û ji kongireyê me re serketinê dixwazim…